23 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
BEXDA
Saziya Hewayî ya Sivîl a Iraqê ragihand ji ber moşekên ku ji Behra Hazarê diavêjin kozikên DAEŞê yên li Sûriyeyê seferên firê yên li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyeya bajarên Herêma Kurdistana Iraqê ne tên kirin heta 48 saetan da sekinandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku saziyê weşand da wiha hat gotin: "Ew moşekên ku ji Behra Hazarê diavêjin kozikên DAEŞê yên li Sûriyeyê û ji bo ku zirarê nede teyare û rêwiyan seferên ku li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyeyê tên kirin heta 48 saetan ji du aliyî ve jî hat betalkirin.
Hat gotin ku biryar wê îro bikeve rewacê.
Rûsya di têkoşîna li hemberî DAEŞê tê birêvebirin de berê bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re lihevkiribû û li ser wê peymanê niha ji keştiyên xwe yên şer ên di Behra Hazarê de ne moşekan diavêje kozikên DAEŞê yên li Sûriyeyê ne.