Haydar Şahin
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
ANKARA
Piştî erdhej û tsunamiya li Endonezyayê tê texmînkirin ku ji 1000î zêdetir kesên li gundan hê di binê xirabeyan da ne.
Berdevkê Ajansa Rêveberiya Afata Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho got ku li gor raporê li ser gundên li herêmê, tê texmînkirin ku hê ji hezarî zêdetir kes dibinê xirabeyan da ne.

Nugroho diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin lêbelê her ku diçe hêviya wan kêm dibe. Hat ragihandin ku ji ber afatê 70 hezar xaniyî zirar dît, zirara madî gihîşte 658 milyon dolarî.
Roja înê li Girava Sulawesiyê erd bi lerza 7,4an hejiyabû û paşê tsunamî derketibû.
Li gor agahiyên BNPByê da hejmara kesên di tsunamî û erdhejê da mirin derkete hezar û 558an.
Nugroho duh di civîna çapemeniyê da gotibû li Endonezyaya ji 17 hezar û 500 giravî pêk tê 3,8 milyon kes li herêmên tsunamiyê û kêmzêde 148 milyon û 400 hezar kes jî li herêmên erdhejê dijîn.