Nihat Kavşut
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
ÎDLIB
Li Etarîba navçeya Heleba bajarê Sûriyeyê di êrişa li ciyê bazarê hat kirin da hejmara kuştiyan derket 63an û hejmara birîndaran jî derket 110an.
Mûhemmed Hellaqê ji rayedarên parastina sivîl yên li Heleba Rojava destnîşan kir di êrişa duh li ciyê bazarê hat kirin da hejmara kuştiyan derket 63an û hejmara birîndaran jî derket 110an.
Hellaq destnîşan kir 4 kes jî wenda ne û wiha got: "Rewşa hin birîndaran jî giran e. Navçe di nav herêma kêmkirina aloziyê ya Îdlibê da cî digire. Em wisa texmîn dikin êrişa esmanî ji hêla Rûsyayê va hatiye kirin. Lewra agahiyên mala çavdêrikirina balafiran jî vê piştrast dike."