Dinya

Di navbera rejima Esed û YPG/PKKyê da bazariya yekbûnê dewam dike

14.12.2019 - Rojanekırın : 15.12.2019
Di navbera rejima Esed û YPG/PKKyê da bazariya yekbûnê dewam dike

Ankara

Rejima Beşar Esed û YPG/PKKya rêxistina terorê ji bo rêveberiya herêmên di dagiriya rêxistina terorê da û endamên rêxistinê tevlî artêşa rejimê bibin hevdîtinan didomînin.

Welî Miellîmê Wezîrê Karên Derva yê rejimê di îlona 2017an da gotibû amade ne ku bi rêxistina ra li ser mijara xweseriyê mizakereyê bikin. Li ser vê di navbera rejimê û rêxistinê da li bajarên Şam û Hesekeyê di mijara hevkariyê da gelek caran mizakere hatin kirin lêbelê encamek nehat bidestxistin.

Rejimê di cotmehê da teklîfa yekbûyînê biribû YPG/PKKya bi Herekata Kaniya Aştiyê derbeyeke mezin xwar lêbelê ji ber ku garantiya parastina sazîbûna wê nehat dayîn tekîf nehatibû qebûlkirin.

Li gor çavkaniyên herêmî hevdîtinên di navbera YPG/PKKyê û rejimê da dewam dikin.

- Di navbera rejimê û rêxistinê da îxtilafên eskerî hene

Rejim dibêje dibê herêmên di dagiriya YPG/PKKyê da li gor qanûna îdareyên herêmî ya di cotmeha 2011î da hatibû derxistin werin îdarekirin. Li gor vê li wan herêman hilbijartinê were kirin, kesên werin hilbijartin jî ew ê girêdayî Wezareta Îdareyên Herêmî bixebitin.

YPG/PKK jî di xweseriyê da israr dike. Di navbera rejimê û rêxistinê da îxtilafên eskerî hene.

Rejima Esed dixwaze ku herêmê şaxên YPG/PKKyê û HSDyê tevlî artêşê bibin, lêbelê rêxistin jî dibêje lîwayeke ji endamên wê pêk tên bira tevlî artêşê bibe.

Wekî din herdu alî jî dixebitin ku eşîrên Ereb bikişînin aliyê xwe.

Elî Memlûkê Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî yê wekî kesê li serê îstixbarata rejimê tê zanîn hefteya borî bi nûnerên eşîran ra civiyabû û bangî wan kiribû ku bira bi hin raye û firsendan hêzên xwe tevlî artêşê bikin.

Sê roj şûnda jî Mazlum Kobaniyê ji serkeşên YPG/PKKyê jî bi serokên eşîran ra civiyabû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın