Dinya

Gava baran li ser hev dibare malên xwe ji nû va çêdikin

Li Îslamabada paytextê Pakistanê bi hatina zivistanê ra li kampa penaberên Efxan ji ber ku xanî bi kerpîçan hatine çêkirin gava baran dibare penaber ji mecbûrî ji nû va malên xwe çêdikin.

Nihat Kavşut  | 14.12.2019 - Rojanekırın : 15.12.2019
Gava baran li ser hev dibare malên xwe ji nû va çêdikin

İslamabad

Li Pakistanê bi hatina zivistanê ra li kampa penaberên Efxan ya li paytext Îslamabadê heyat zor û dijwar dibe.

Ji ber ku xanî bi kerpîçan hatine çêkirin hey baran dibare penaber ji mecbûrî ji nû va malên xwe çêdikin.

Li kampa li dervayî bajêr ku qederê 10 hezar kes lê dijîn hemû xanî ji kerpîçan hatine çêkirin û binesazî jî tuneye, loma zivistanê heyata li kampê dijwartir dibe.

Sana Gula li kampê dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku nifûsê li kampê herî zêde ji zarokan pêk tê û loma jî heyata li kampê ji bona zarok, jinebî û kal û pîran zehmet dibe.

Gulê diyar kir heyama baran li ser hev dibare xaniyên ji kerpîçan hatine çêkirin hildiweşin û wiha axivî: "Em malên xwe bi kerpîçan çêdikin. Hê kerpîç ziwa nabin ji ber baranê dîsa şil dibin û tên xwarê. Piştî baranê em dîsa xaniyên xwe çêdikin. Malên mêr tê da hebin ji bona wan rehet e, lê ji bona jinebî û kal û pîran çêkirina xanî zehmet e. Ew jî bi alîkariya cînaran çêdikin."

Sana Gulê destnîşan kir ji bona saxlem be kevir û daran dikin nav dîwarên kerpîç û got ku di nav malan da jî em sobeyên ji kerpîçan çêdikin, ji bona av nekeve hundir û dilop neke em ka û naylonê diavêjin ser ban û çatiyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın