Haydar Şahin
11 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Ramî Mahlufê ji karsazên herî dewlemend ê Sûriyeyê û pismamê Beşar Esed bang kir ku bira heqê hisedarên Şirketa Telekomê ya Sûriyeyê ya ku rejimê dest daye ser bidin.
Mahluf ji meha gulanê vir da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dibêje ku lê neheqî hatiye kirin û vê carê jî peyameke rejimê dixe hedef weşand.
Mahlufê rejimê dest daye ser malên wî yên li welêt got, "Top êdî li ber lingê hikûmetê ye" û xwest ku bira wezareta eleqedar rêveberiyeke teze tayînî şirketa Syrîatelê bike û ji karên jî heqê hisedarên şirketê bide.
Wekî mayîn Mahluf got ku şirket her sal li gor qanûnan alîkariyê dide bi dehan hezrî malbatan û xest ku bira rejim vê alîkariyê nebire.
Mahlufê pismamê Esed ber jî di peyama xwe da gotibû ku 6 hezar hisedarên şirketa Syrîatelê hene û nikarin heqê xwe bistînin.
Mahluf di meha gulanê da jî diyar kiribû ku dest dane ser malên wî û yên malbata wî, bi biryara rejimê va ji bo 5 salan ji îhaleyan hat mehrûmkirin.
Ramî Mahluf di 29ê îlonê da destnîşan kiribû ku di navbera wî û rejimê da pirsgirêk dewam dikin û mijarê biriye darazê.