Türkan Tosun
11 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Wezîrê Parastinê Mark Esper ji wezîfeyê hilda, Midûrê Katibê Taybet ê Wezaretê û Misteşarê Îstixbarata Parastinê îstifa kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê piştî ku Esper ji wezîfeyê hat hildan Misteşarê Îstixbarata Parastinê James Anderson îstifa kir û şûna wî Anthony Tata hat wezîfedarkirin.
Tata berê ji hêla Trump va wek namzed hatibû diyarkirin lê ji ber ku wî dijî Îslamê hin peyam parve kiribû û Barrack Obama wek terorîst bi nav kiribû Senatoyê namzediya wî qebûl nekiribû.
Ji ber ku Tata niha vê wezîfeyê wek wekîl bike, hewcedariya pesendkirina Senatoyê tune.
Ji bilî vê Pentagonê daxuyand Misteşarê Îstixbarat û Ewlehiya Wezareta Parastinê Joseph Kernan û Midûrê Katibê Taybet ê Wezareta Parastinê Jen Stewart jî îstifa kirin.
Hat daxuyandin şûna Kernan Wekilê Misteşar ê Operasyonên Taybet û Pevçûnên Kêmhêz Ezra Cohen-Watnîck, şûna Stewart jî wezîfedarekî Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Kash Patel hatin wezîfedarkirin.
Trump daxuyandibû wî şûna Esper Serokê Navenda Têkoşîna Dijî Terorê Christopher Miller wezîfedar kiriye.
Tê texmînkirin li Pentagonê hê gelek rayedar wê ji wezîfeya xwe berdin.
Tê îdiakirin Trump wê dîrektorên CIA û FBIyê jî ji wezîfeyê hilde.
Dîrektorê CIAyê Gina Haspel duh li Senatoyê bi Serokê Partiya Komarparêzan Mitch McConnel ra hevdîtinek kiribû.
Tê îdiakirin ev hemû guhertinên wezîfeyan der barê pêvajoya daraê ya ku Trump ji bo hilbijartinan da destpêkirin da ye.