Haydar Şahin
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Gulan 2018
HEWLÊR
Di navbera Îranê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da ji bo hêzdarkirina hevkariya aboriyê biryar hat dayîn ku komisyoneke hevpar were avakirin.
Di çarçoveya konferansa pêşxistina têkiliyên bazirganiyê yên di navbera HKIyê û Îranê da ya li Hewlêrê hat lidarxistin da Mihemed Şerîetmedariyê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Îranê û Elî Sindiyê Wezîrê Pîlansaziyê yê HKIyê ji bo komisyona hevpar biryar îmze kirin.
Piştî îmzeyê Şerîetmedarî daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Ji bo lêkolîna li ser pêşxistina têkiliyên aboriyê yên di navbera herdu aliyan da komisyona hevpar hat avakirin. Nûnerên herdu aliyan jî ew ê ji îro pê va girîngiyê bidin ser mijarê. Li gor me ji bo pêşxistina têkiliyên abiriyê ev gaveke girîng e."
Sindiyê Wezîrê Pîlansaziyê yê HKIyê jî destnîşan kir ku têkiliyên dualî di asteke baş da ne, bi vê gavê va ji bo pêşxistina têkiliyên aboriyê derbasî asteke din bûn.
Sindî got hêviya wî ew e ku herêma bazirganiyê ya serbest a li sînorê HKI-Îranê bi taybetî di nav sînorê wîlayeta Silêmaniyê da were avakirin, komisyona hevpar a hat avakirin jî ew ê li ser vê mijarê bixebite.
Konferansa li Hewlêrê duh bi beşdariya Neçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê HKIyê dest pê kiribû, gelek karsaz û rayedarên ji Îran, Iraq û HKIyê beşdarî konferansê bibûn.