İbrahim Atmaca
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
ANKARA
Hejmera kesên ku di erdhej û tsunamiya li Grava Sulawesiyê ya Endonezyayê da mirin derket hezar û 763yan.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afata Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho li Jakartayê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di erdhej û tsunamiya ku di 28ê îlonê da çêbû û heta niha, hezar û 763 kes mirin.
Sutopo Purwo Nugroho daxuyand ku rayedar dixebitin ku hejmara kesên winda kifş bikin.
Li gor daxuyaniya ku ji BNPByê hat dayîn jî di erdhej û tsunamiyê da 2 hezar û 600î zêdetir kes birîndar bûn û heta niha cesedê hezar û 755 kesan hatine definkirin.
BNPByê diyar kir ku nêzî 67 hezar mal û 3 hezar dibistanan jî zirar dîtin û nêzî 63 hezaran kes di çadiran da dijîn.
Hat daxuyandin ku heta niha tsunamî û erdhejê qasî 658 milyon dolarî zirar daye.
Li Palu û Dongalayê ji 7 hezarî zêdetir polês û esker beşdarî xebatên lêgerîn û xelaskirinê dibin.
Li Girava Sulawesiyê Endonezyayê ya ku ji Kendava Pauloyê 27 kîlomêtre dûr e li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhejeke bi lerza 7,5an çêbûbû.
Piştî erdhejê tsunamiyê li bajarên Dongala û Pauloyê xistibû.
Li Girava Lombokê di dawiya meha tîrmehê û tebaxê de bi lerza 6,3, 6,9 û 7an heft erdhejên mezin çêbûbûn û li ser 450 hezar kesî tesîr kiribû. Di encama erdhejan de 563 kes miribûn.
Endonezyaya ji 17 hezar û 500 giravî pêk tê û 3,8 milyon kes li herêmên tsunamiyê û kêmzêde 148 milyon û 400 hezar kes jî li herêmên erdhejê dijîn.
Endonezya li xeta erdhej û agirîn a Xala Agir a Pasîfîkê ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.