Türkan Tosun
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
PALU
Piştî erdhej û tsunamiya li Girava Sulawesiyê ya li Endonezyayê fikar û tirsek heye ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li herêma Balaroaya girêdayî Palauyê roja înê ewil bi lerza 7,4 erdhejek û paşê jî tsunamî çêbû. Rayedaran piştî van bûyeran daxuyandin ji hezar û 200î zêdetir kes mirin û divê ew li gor şert û mercên dînî û tenduristiyê bilez bi gorên komî da bên definkirin.
Di erdhejê da qadeke 200 malbat lê dijîn bi tevahî xirab bû.
Tîmên Saziya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Neteweyî (BASARNAS) li herêmê dixebitin.
Tanvîrê li Balaroayê dijî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema erdhej bûye ew ne li gund bûye û wiha dewam kir: "Piştî erdhejê ez çûm gund û min dît ku mala min xirab bûye. Min jina xwe, xwesî û du zarokên xwe ji bin enkazê xilas kir. Lê ez wisa texmîn dikim hê bi sedan kes di bin enkazê da ne."
Otela bi navê Roa ya li navenda Paluyê ye jî di erdhejê da hilweşiya. Heta niha cesedê 3 kesan ji otelê hat derxistin, 2 kes jî sax hatin xilaskirin.
Retno Budîhartoyê berdevkê herêmê yê BASARNASê got li gor qeyda otelê di bin enkazê da hê 30 kes hene û ew hewl didin wan xilas bikin.
Ji ber kêmasiya wesayîtan û alavên teknîkî li herêmê xebat bi zehmetî dewam dikin. Şev jî xebat tên rawestandin.
Li herêmê ceyran hatiye birîn, ji ber vê di xetên telefonê da pirsgirêk çêdibe û mirov bi rehetî nikarin xwe bigihînin hevdu.
-Li Endonezyayê erdhejzede di tengasiyê da ne
Piştî erdhej û tsunamiya li Girava Sulawesiyê ya li Endonezyayê gelê herêmê nikare hewcedariyên xwe yên însanî, av û xurekê bibîne.
Li Paluya peytextê Sulawesiya Navîn a ku lê gelek meriv mirin gel ji bo ku bi rihetî bigihîje alîkariyên ku werin li qada pêşiya avahiya şaredariyê kon danîn û li wê derê tengasiyê da ne.
Erhejzede xêncî tunebûna av û xwarinê nikarin hewcedariya ser avê û paqijiyê jî bibînin. Gel li benda alîkariyê ye.
Ismanto Achoyê bi malbata xwe ra li pêşiya şaredariyê kon daniye di daxuyaniya xwe da got: "Şeva înê erd hejiya û ji wê çaxê vir va ew li vê derê ne. Av tune ku vexwin ji ber vê ava şebekeyê vedixwin. Xwarin û xurek tune ji ber vê em bi makarneyên hazir ên ku wekî alîkarî tên va zikê xwe têr dikin."
Atîkayê ku li herêmê kon danîbû yê ji Paluyê jî got hewcedariya wan a sereke av e, daxwaza wan ew e ku di demeke kin da vegerin jiyana xwe ya normal.
- Li îstasyonên petrolê dorê
Li Palu û Donggalayê petrol nayê dîtin. Rayedarên herêmê benzîna ji bo lêgerîn û xilaskirinê lazim dike jî ji herêmên din tînin.
Gel bîdonên vala daye destê xwe û li ber îstasyonan di dorê da ye. Kes nizane ku benzîn ew ê kîngê were.
Rosnîahê ji bo benzînê bikire ketiye dorê got, "Ji saet 01.00ê şevê vir va di dorê da me, hê benzîn tune. Nizanim ku gelo benzîn ew ê kînga were, kes tiştekî nabêje. Duh tanker hat min bi tenê lîtreyek sitand. Îro çiqas hebe jî ezê bikirim. Bihayê wê jî girîng nîne, ji min ra lazim e."