17 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku li rojhilatê Helaba bajarê Sûriyeyê dema qetlîama ku alîgirên rejimê yên biyanî kirin û tê da14 sivîl hatin kuştin Qasim Silêmaniyê fermandarê berpirsê operasyonên dervayê welêt ê Îranê jî li wê derê bû.
Di medyaya rejima Îranê da do nîvro şûnda wêneya Qasim Silêmaniyê fermandarê Hêza Qudsê û berpirsê operasyonên dervayê welêt ê Îranê ya ku li Helebê hatiye kişandin hat weşandin.
Wêne di fardanews.com û alef.îr ên ku nêzîkî mihefezekeran in û jamaran.îr a ku di destê malbata Xumeynî da ye û gelek saziyên medyayê yên Îranê da hat weşandin.
Dema êrîşên ku terorîstên biyanî yên alîgirê rejimê birin ser konvoya tehliyeyê û dema kişandina wêneya Qasim Silêmanî ya li Helebê heman dem in û vê jî balê kişand.
Terorîstên di fermandariya Seyîd Cewadê generalê Îranê da 14 sivîlên di konvoyê da kuştibûn.
Terorîstên ku 800 kes qasî 5 saetan hêsîr girtin hemû eşyeyên li ser sivîlan ji wan sitandibûn li hinekên wan xistibûn û paşê jî li wesayîtê siyar kiribûn û paşda şandibûn ciyê dorpêçkirî.
Tê zanîn ku Cewad çalakiyên xwe di fermandariya Silêmanî da dike.