Türkan Tosun
14 Adar 2019•Rojanekirin: 15 Adar 2019
Di êrîşên esmanî yên duh şev li Îdliba bajarê Sûriyeyê ya di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ye hatin kirin da hejmara kuştiyan gihîşte 12yan, ya birîndaran jî gihîşte 45an.
Êrîş zêdetir li ser navenda Îdlibê, navçeyên Xan Şêxun û Seraqîbê û gundên El Huweyn û Um Celalê hatin kirin.
Tîmên parastina sivîl şev heta sibê xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin û gihîştin cesedê 12 kuştiyan.
Di êrîşan da 45 kes jî birîndar bûn.
Navenda çavderiya balafiran ya muxalifan li ser hesabê xwe yê medayayê wiha daxuyandin: "Balafirên şer ên Ûrisan ên ku tîpa wan SU 34 in û ji baregeha eskerî ya Himeymînê rabûn êrîşî hemû Îdlibê dikin."
Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir va herî kêm 138 sivîl hatin kuştin û ji 425an zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan peymana Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hatibû îmzekirin binpê dikin û bênavber êrîşên xwe didomînin.
Mixalifên eskerî di 10ê Cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê ya ku di 17ê Cotmeha 2018an da hatibû îmzekirin çekên xwe yên giran ji herêmê paşve kişandibûn.