İsmet Karakaş
19 Gulan 2023•Rojanekirin: 20 Gulan 2023
Di çarçoveya Hilbijartina Serokomariyê da ji bo tura duyemîn a ku wê di 28ê Gulanê da bê kirin hilbijêrên welatiyên Tirkiyeyê yên li welatên derva ne, ji sibê pê da wê bikaribin ray bidin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ji bo hilbijartina 28ê Gulanê li 151 nunertiyên Tirkiyeyê yên li 73 welatan bi tevahî li 167 deverî wê sandoqan deyne.
Li nunertiyên derveyê welêt ray dayîn sibê wê dest pê bike û heta 24ê Gulanê wê dewam bike. Kesên ku nikaribin herin nûnertiyan û dixwazin ray bidin jî heta 28ê Gulanê dikarin li deriyê sînor ê welatê ku lê dimînin raya xwe bidin.
Piştî ku li çar aliyê derveyê welêt ray dayîn qediya sandoq wê li gor rê û rêgezên ku LHByê diyar kiriye bi kuryeyên dîplomatîk va wê bînin Tirkiyeyê.
Li Tirkiyeyê jî di 28ê Gulanê da wê ray bên dayîn û ji saet 17.00an pê va sandoqên ji derveyê welêt anîbûn jî tevlî yên li nav welêt wê bên vekirin.