İsmet Karakaş
20 Gulan 2023•Rojanekirin: 21 Gulan 2023
Di çarçoveya Hilbijartina Serokomariyê da ji bo tura duyemîn ya ku wê di 28ê Gulanê da bê kirin hilbijêrên welatiyên Tirkiyeyê yên li welatên din in ji îro pê va wê bikaribin raya xwe bidin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ji bo hilbijartina 28ê Gulanê li 151 nûnertiyên Tirkiyeyê yên li 73 welatan bi tevahî li 167 cihî wê sandoqan dayne.
Li nûnertiyên dervayî welêt raydayîn wê sibê dest pê bike û heta 24ê Gulanê wê dewam bike. Kesên ku nikaribin herin nûnertiyan û dixwazin raya xwe bidin jî heta 28ê Gulanê dikarin li deriyê sînor ê welatê ku lê dimînin raya xwe bidin.
Piştî ku li çar aliyê dervayî welêt raydayîn qediya sandoq wê li gor rê û rêzikên ku LHByê diyar kirine bi kuryeyên dîplomatîk wê bînin Tirkiyeyê.
Li Tirkiyeyê jî di 28ê Gulanê da wê ray bên dayîn û ji saet 17.00an pê va sandoqên ji dervayî welêt hatine anîn jî tevî yên li nav welêt wê bên vekirin.