Doğa Kırmızıoğlu
19 Gulan 2023•Rojanekirin: 20 Gulan 2023
Di fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê da Sevîlla û Roma wê bên hemberî hev.
Pêşbirkên nîvefînala turnuvaya duyemîn a ku di nav kûlubên Ewropayê da di asta herî bilind da cî digire, bi dawî bû.
Di pêşbirka ewil da Sevîlla û Juventusa ku 1-1 beramberî hev mabûn di pêşbirka duyemîn da li Stada Ramon Sanchez-Pizjuanê hatin hemberî hev.
Di deqîqeya 65emîn da ji Juventusê Dusan Vlahovic tîma xwe 1 û 0 bi pêş xist, lê ji Sevîllayê jî di deqîqeya 71emîn da bi lêdana Suso va bersiv hat û skor bû 1 û 1.
Di deqîqeya 95emîn a dirêjkirinê da ji Sevîllayê Erîk Lamela golek avêt û tîma xwe 2 û 1 bi pêş xist.
- Roma bi avantaja pêşbirka ewil va derket fînalê
Di pêşbirka nîvefînalê ya din da jî, ji Almanyayê Bayer Leverkusen û ji Îtalyayê jî Roma hatin hemberî hev.
Di pêşbirka ewil da Romayê 1 û 0 qezenc kiribû û di vê pêşbirkê da ji ber ku tu gol nehat avêtin Roma bi saya avantaja pêşbirka ewil derket fînalê.
Di 31ê Gulanê da Roma û Sevîlla li Budapeşteya paytextê Macaristanê di Puşkaş Arenaya da wê ji bo pêşbirka fînalê bên hemberî hev.