ŞANLIURFA
200 kurdên ji Sûriyeyê ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê û niha di hewşa mizgeftekê de dimînin.
Kurdên ji Sûriyeyê ji ber êrîşên DÎŞIyê direvin û kom bi kom tên Tirkiyeyê. Hin penaber di konên AFAê de dimînin, hin penaber diçin li malên eqrebeyên xwe dimînin û hin penaber jî bi îmkanên xwe ve jiyana xwe didomînin.
Komeke ku ji 200 kesî pêk tê û piraniya wan zarok û jin in li hewşa mizgefta Altinovayê ya ku navenda navçeyê ye dimînin. Hin saziyên civaka sivîl xwarin û xurekê didin wan lê belê dilê penaberan dixwaze ku di demeke kurt de vegerin malên xwe.
Adle Dewmîceya (47) ku ji Kobanêyê hat Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hefteyekî berê xwe sipartine Tirkiyeyê.
Dewmîceyê destnîşan ki ku 9 zarên wê hene, 2 zarên wê li Cezayîrê, zarekî wê jî li Urdunê dixebite.
Dewmîceyê diyar kir ku hê ji zarên xwe xeber hilnedaye û welatê xwe terk kiriye û wiha axivî: "Em du rojan li sînor sekinîn ku têkevin Tirkiyeyê. Welatiyên li navçeyê xwarin û xurekê didin me û hewcedariyên me dibînin. Em dibînin ku hemûyê Tirkiyeyê ji bo alikariyê bide me dixebite."
- "Gelek eqrebeyên me kuştine
Eyşe Muhlema (33) ku ji gundê Şeyranê revî jî diyar kir ku ji vir 3 roj berê bi 6 zarên xwe ve reviye Tirkiyeyê.
Muhlemê got ku diya wê û bavê wê li gund mane û ditirse ku tiştek hatibe serê wan.
Muhlemê got dema ku milîtanên DÎŞIyê hatin gundê rex û ew ji gund revîne û wiha axivî:
"Milîtanên DÎŞIyê hatin gundê rexê me. Gelek eqrebeyên me yên li wî gundî kuştine. Jixwe me nedixwest ku gundê terk bikin lê belê me mêze kir ku mirin tê ber derê me û me gundê xwe terikand. Li vê derê zehf rind me xweyî dikin lê belê em dixwazin ku vegerin gundê xwe. Ji bo alîkariyan em ji hemû kesan re sipas dikin.