27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ANKARA
Artêşa Tirkiyê li navçeya El Babê ya li bakurê Sûriyê operasyoneke bibiryar dimeşîne û ji ber ku hêviya endamên DEAŞê li wê derê nemaye hêdî hêdî haziriya vekişîna ji herêmê dikin.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, piraniya sivîlên El Babê digel zext û tehdîdên DEAŞê jî ji herêmê koç dikin. Halê hazir li El Babê teqrîben 15 û 18 hezar sivîl mane. DEAŞ xusûsen dixwaze ku malbatên li dijî xwe li bajêr bihêle û wek mertal bikar bîne. Loma rê nade ku malbat ji El Babê derkevin.
Herî dawîn ji eşîretên wek Cahcah, Qadirî, Şihabî û Silo 7 malbat bi motorsiklêt û pîqaban reviyan. DEAŞÊ li neqeba Tel Batnan û Merwaheyê gulle berda malbatan û 18 sivîl kuştin, gelek ji wan jî birîndar kirin.
DEAŞ, binê avahiyên ku sivîl lê dijîn wek cebilxane û qerergahê bikar tîne. Bi muameleyên dij însanî û zextan jî jiyana mirovan dixe xeterê.
Li bajêr av, ceyran û xizmetên ji bo jiyanê hewce di asta nebûnê de ne. Înkanên dermanbûnê, bi qasî ku dermankirina însanan nîvrê bihêle xerab in. Ji ber wê carinan kesên problemên wan ên biçûk jî hene dimirin.
DEAŞ êrişên xwe ên li dijî birêvebirên operasyona Herekata Mertalê Feratê li camiyên bajêr bi xelkê dide temaşekirin û dixwaze wê qenaetê bi wan re çêke ku ew serkeftî ne. Herwiha reva xelkê sivîl jî asteng bike.
Rêxistin ji bo xeta xwe ya parastinê bihêz bike û ziyanê bigihîne dijberên xwe çal, xendez, xalên astengiyê, mayinkirin, dafikên bûbiyê û bombekirinan bi piranî li herêmên bakur û rojavayê bakur amade dike.
Ji aliyekî din ve DEAŞê li nava El Babê li Zemzem, Fatime, el-Zehra, çarrêyana Navendê, çarrêyana El Sanî, Qada Hurriyetê, çarrêyana Raiyê, Otogar, Esfûr, el-Rahib, Qebasîn, el-Muhelleq û el-Şimaliyê mayin û bombe çandine.
Di demên dawiyê de tê dîtin ku muhacirên Tûnisî pir eleqeyê nîşanê El Babê didin. DEAŞê hemû qerergeh û navendên xwe barkire Tadîfê.