27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Rektorê Zanîngeha Zanîstiya Tenduristiyê Prof. Dr. Cevdet Erdol got ku wan belgeya arikariya Abdulhamîdê duyemîn ya ku wî ji ber şewata darastinê ya Amerîkayê kiribû di arşîva Osmaniyan ditiye.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji zanîngehê hat kirin de, belge di arşîva Yildizan li meqama Sadaretê hatiye ditîn. Di belgeyê de bi telîmata Sultan Albdulhamîdê duyemin, ji Amerîkayê re şandina 300 lîre pereyê Osmaniyan tê xwestin. Di belgeya duyemîn de jî bersiva Şaredarê New Yorkê heye û ji ber arikariyê spas dike.

Rektor Erdol destnîşan kir ku ev belge giringiya dîplomasiya mirovaniyê ya ku Abdulhamîdê duyemîn jî nîşan dide û wiha axivî:
"Li Amerîkayê di sala 1894an de şewateke mezin a darastinê derdikeve. Gelê Mînnesota û Wîsconsînê ji ber vê şewatê gelek mexdûr dibin. Xeberê mexdûrbûna şewatê ji Abdulhamîd Xan re zu tê. Ew jî radibe ji wan re 300 lîre pere dişîne. Hingî bi wî pereyê li Bebeka taxa Stenbolê 60 awahî rehet dihatin kirîn. Piştî vê arikariyê çapemeniya Amerîkayê gelekî pesnê Abdulhamîd didin. Me jî got em van belgeyan bi gelê xwe re parve bikin."