Rêxistina DÎŞIyê dema ku kontrola Şengala bajarê Iraqê hildabû destê xwe gelek êzdî revandibû. Hat ragihandin ku rêxistinê ji wan kesên ku revandibû 250 kes li sînorê Kerkûkê serbest berda.
Berpirsiyarê Şaxa Kerkûkê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aram Cebarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rêxistina DÎŞIyê ji kesên ku li Şengalê revandibû 250 kes li herêma Xalid Mekteba ku 30 kîlometreyî dûrî Kerkûkê ye û di destê pêşmergeyan da ye serbest berda.
Cebarî destnîşan kir ku di nav wan kesên ku serbest hatin berdan da kal, pîr, jin û zarok jî hene.
Midûrê Polêsên Kerkûkê Serhed Qedir jî eşkere kir ku 250 kes bi fîdyeyê serbest hatin berdan. Qedirê ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê wiha got:
"Karsazên ji Hewlêr û Kerkûkê fîdyeya ku rêxistina DÎŞIyê dixwest temîn kirin dan wan paşê ev kesan serbest hatin berdan. Ev qasî mehekî ye ku karsazên xweyîxêr û serokên eşîrên ereban ji bo xilaskirina jin û zarokan dixebitîn. DÎŞIyê ji bo êzdiyên ku hatibûn revandin 850 hezar dolar pere sitend û wisa hêsîrên di destê xwe da serbest berda."
Qedirê midûrê polêsan destnîşan kir ku DÎŞIyê hêsîrên êzdî li Hewîceya ku nêzîkî Xalid Mektebê di destê pêşmergan da ye serbest berda.