Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê bi dawî bû

Ankara
ÎSTANBUL (AA) - Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê ya bi armanca dawîkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê li Stenbolê bi mazuvaniya Tirkiyeyê va hat lidarxistin, bi dawî bû.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî daxuyand civîna ku di saet 14.45an da li Qesra Çiraganê ya Stenbolê dest pê kiribû, bi dawî bû.
Berdevk Keçelî der barê civînê da wiha got: "Bi neyînî encam neda."
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan serokatiya civînê kir.
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalinû Sererkan Orgeneral Metîn Gurak jî beşdarî civînê bûn.
Di heyeta Rûsyayê ya ku beşdarî civînê bû da Vladîmîr Medînskîyê Mişawîrê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Alîkarê Wezîrê Karên Derva Mîhaîl Galuzîn, Alîkarê Wezîrê Parastinê Aleksandr Fomîn û Serokê Serokatiya Daîreya Îstixbarata Sereke ya Serokatiya Sererkaniyê Îgor Kostyukov cî girtin.
Di heyeta Ukraynayê da jî Wezîrê Parastinê Rustem Umerov, Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Sergîy Kyslytsya, Alîkarê Serokê Serwîsa Ewlehiya Ukraynayê (SBU) Oleksandr Poklad û Alîkarê Serokê Serwîsa Îstixbarata Derva Oleh Luhovskyî cî girtin.
- Tirkiyeyê piştî 3 salan her du aliyan li ser heman maseyê civand
Piştî şerê xwînî yê ku di Sibata 2022yan da dest pê kir, Tirkiyeyê di heman salê da hem li Antalyayê û hem jî li Stenbolê Rûsya û Ukrayna li ser heman maseyê civandibû.
Tirkiyeyê piştî 3 salan di Gulana 2025an da dîsa heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê li ser heman maseyê civandibû.
Mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê ya li Stenbolê di 16ê Gulanê çêbûbûn.
Di mizakereyan da her du aliyan li hev kiribû ku li hemberî 1000 kesî 1000 kesên ku dîl hatine girtin bên berdan, fikrên der barê agirbestê da bi hûrgilî bên pêşkeşîkirin û mizakere bên domandin.
Her du welatan daxuyandibûn ku pevguhertîna dîlan di 25ê Gulanê da temam bûye.
- Ukrayna: Lîsteya zarokên Ukraynayî yên divê bên îadekirin ji aliyê Rûs ra hat dayin
Andriy Yermakê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê ragihand ku di hevdîtinên li Stenbolê da lîsteya zarokên Ukraynayî yên divê ji Rûsyayê bên îadekirin, ji aliyê Rûs ra hat dayîn.
Yermak di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser hesabê xwe yê Telegramê da wiha got, "Di wan hevdîtinan da yên îro li Stenbolê hatin kirin, aliyê Ukraynayê lîsteya zarokên Ukraynayî yên divê bên îadekirin bi awayekî fermî radestî aliyê Rûs kir. Ev, bi sedan zarok in ku Rûsyayê bi awayekî dereqanûnî dersînor kirine, bi darê zorê cihê wan guherandiye yan jî li herêmên bi berwextî dagir kiriye, digire."
Yermak da bibîrxistin ku wekî aliyê Ukraynayê wan di hevdîtinên li bajarê Cîddeyê yê Erebistana Siûdî da pêkanîna agirbestê qebûl kir û wiha dewam kir:
"Vegera zarokên Ukraynayî perçeyek ji aştiya adil û mayînde, unsûreke sereke ya pêbaweriyê û testa ewil a jidilbûna niyetan e. Em li benda bersivekê ne. Gog di qada Rûsyayê da ye. Niyeta qenc a rastîn, ne gotin çalakî ye. Niha jî dema selimandina vê ye."
- Ji Wezîrê Karên Derva Fidan der heqê Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê da daxuyanî
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan der heqê Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê da ya li Stenbolê bi mazûvaniya Tirkiyeyê hat lidarxistin, wiha got, "Di hevdîtinên di atmosfereke erênî da derbas bûn da aliyan xusûsên di civîna ewil da li hev kiribûn gavekê pêşdatir birin."
Wezîr Fidan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê der heqê Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê da daxuyanî da ku ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê, li Stenbolê bi mazûvaniya Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Wezîr Fidan destnîşan kir ku wan mazûvaniya tûra duyem a mizakereyên Rûsya-Ukraynayê kir û wiha dewam kir:
"Di hevdîtinên di atmosfereke erênî da derbas bûn da aliyan xusûsên di civîna ewil da li hev kiribûn gavekê pêşdatir birin. Di mizakereyên bi îradeya hevbeş a lîderên me teşe girtin da helwesta aliyan a ji bo encamê cihê kêfxweşiyê ye. Ez dîsa sipasiya herdu welatan dikim ku di vê pêvajoya dîrokî da bi Tirkiyeyê bawer bûn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.