Îsraîlê li Xezeyê êrîşî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn kir, 24 kes hatin kuştin

Istanbul
Artêşa Îsraîlê li başûrê Xeta Xezeyê êrîşî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn kir, 24 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê dîsa êrîşî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendursitiyê ya li Xezeyê artêşa Îsraîlê li El-Alema li bajarê Refahê êrîşî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn kir.
Li gor agahiyan ji ber êrîşa Îsraîlê 24 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hejmara kesên ku ji ber êrîşên wiha hatine kuştin derket 76an.
Artêşa Îsraîlê di 1ê Hezîranê da jî li du ciyan êrîşî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn kiribû û ji ber êrîşê 32 kes hatibûn kuştin û 232 kes jî birîndar bûbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.