Ukrayna: Lîsteya zarokên Ukraynayî yên divê bên îadekirin ji aliyê Rûs ra hat dayin
- Andriy Yermakê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê: - "Vegera zarokên Ukraynayî perçeyek ji aştiya adil û mayînde, unsûreke sereke ya pêbaweriyê û testa ewil a jidilbûna niyetan e. Em li benda bersivekê ne"

Kiev
Andriy Yermakê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê ragihand ku di hevdîtinên li Stenbolê da lîsteya zarokên Ukraynayî yên divê ji Rûsyayê bên îadekirin, ji aliyê Rûs ra hat dayîn.
Yermak di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser hesabê xwe yê Telegramê da wiha got, "Di wan hevdîtinan da yên îro li Stenbolê hatin kirin, aliyê Ukraynayê lîsteya zarokên Ukraynayî yên divê bên îadekirin bi awayekî fermî radestî aliyê Rûs kir. Ev, bi sedan zarok in ku Rûsyayê bi awayekî dereqanûnî dersînor kirine, bi darê zorê cihê wan guherandiye yan jî li herêmên bi berwextî dagir kiriye, digire."
Yermak da bibîrxistin ku wekî aliyê Ukraynayê wan di hevdîtinên li bajarê Cîddeyê yê Erebistana Siûdî da pêkanîna agirbestê qebûl kir û wiha dewam kir:
"Vegera zarokên Ukraynayî perçeyek ji aştiya adil û mayînde, unsûreke sereke ya pêbaweriyê û testa ewil a jidilbûna niyetan e. Em li benda bersivekê ne. Gog di qada Rûsyayê da ye. Niyeta qenc a rastîn, ne gotin çalakî ye. Niha jî dema selimandina vê ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.