Elif Orhan
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2019
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geîr O. Pedersen di merasima vekirina civîna Komîteya Destûra Bingehîn da got ku "Endamên rejim û mixalefetê lir vir rû bi rû rûdinin. Ev demeke dîrokî ye."
Civîna Komîteya Destûra Bingehîn a ku li Cenevreya bajarê Swîsreyê ya ewil hat lidarxistin bi axaftina vekirinê ya Geîr O. Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê dest pê kir.
Pederson got ku "Endamên rejim û mixalefetê lir vir rû bi rû rûdinin. Ev demeke dîrokî ye."
Pedersen diyar kir ku 50 endamên civaka sivîl di navbera herdu heyetan da amade ne û got ku ev kes ji dîn, herêm û tecrubeyên cuda tên û dê ev yek gelekî piştgirî bide pêvajoyê.
Pedersen wiha axivî: "Komîte xwe dispêre hin prensîban û wisa dicive.Prensîbên me şerta NYyê, biryarên Konseya Ewlehiyê, yekîtî, bihevrabûna axê, serxwebûn, azadî û çêkirina destûra bingehîn pêvajoyeke ku Sûriyeyî xwedî û sekêşiya wê dikin e."
Pedersen got "Nemînin hêviya ka dê ekîba me ji bo ku hûn li destûra xwe ya bingehîn binivîsin dê çi bibêje. Hûn Sûriyeyî, endamên Komîteyê hûn dê bixwe pêşnûmaya xwe amade bikin û dê gelê Sûriyeyê deng bidê." û destnîşan kir ku dê bi hemû niyedpakiya xwe peywira navbeynkariyê hilde ser xwe.
Civîna ku 150 endamên Sûriyeyî yên Komîteyê jî amade bûn dê bi axaftina Ehmed Kuzbariyê hevserokê heyeta rejimê û Hadî el Behrayê hevserokê heyeta mixalefetê bidome.