NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mûn ji bo Konferansa Sûriyeyê ya ku dê di 22yê çileya paşîn de li Cenevreyê cara duyemîn bê lidarxistin dest bi şandina vexwendnameyan kiriye. Ji bilî vê rewşa Îranê ya ji bo ku beşdarî konferansê bibe û dê ji endamên muxalifan kî beşdarî konferansê bibin ne diyar e.
Berdevkiya Sekreteriya Giştî ya NYê daxuyanî da, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sekreterê Giştî yê NYê Ban di 20ê çileya paşîn de li gor lîsteya ku di nav NY, Rûsya û DYAyê de hatiye diyarkirin, ji bo dewletên ku dê beşdarî konferansê bibin, dest bi şandina vexwendnameyan kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca konferansê ew e ku hikûmeta Sûriyeyê û mixalefetê li hev bînin û dawî li pevçûnan bînin û pêvajoya siyasetê bidin destpêkirin.