Türkan Tosun
28 Tebax 2018•Rojanekirin: 29 Tebax 2018
QUDIS
Li Qudsa Rojhilat 190 Cihûyên fanatîk bi polêsên Îsraîlê va avêtin ser Mescida Eqsayê.
Berdevkê Çapemeniya Îdareya Weqfa Îslamî ya Qudsê Firas Dîbs di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got polêsên Îsraîlê herêma başûrê rojavayê Mescida Eqsayê (El-Mexarîbe) ji Cihûyan re vekirine.
Dîbs got 190 Cihûyên fanatîk di bin parastina polêsên Îsraîlê de di ser Mescida Eqsayê de girtine.
Ev cihû ji hêla polêsên Îsraîlê ve tên parastin, sibê an jî nîvro car caran dikevin Mescida Eqsayê.
Di demên dawîn de polêsên Îsraîlê li hember Filistîniyan û wezîfedarên Harema Şerîf tund tevdigerin. Di demeke wiha da avêtina ser Mescida Eqsayê balê dikşîne.
Avêtina ser Mescida Eqsayê li herêmê dibe sedema rageşiyê û di navbera polêsên Îsraîlê û Filistîniyan de pevçûn derdikevin.
Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat qibleya ewil a Mislimanan e.
Cihû jî îdia dikin ku di binê Kuliyeya Mescida Eqsayê da bermayiyên Mabeda Silêman heye. Bi vê hincetê Cihû wê derê dikolin û dibêjin heqê wan jî heye ku ew li wir îbadetê bikin.