Dinya

CENTCOM: Li Îranê zêdetirî 9 hezar hedef hatin armancgirtin

Ahmet Furkan Mercan  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
CENTCOM: Li Îranê zêdetirî 9 hezar hedef hatin armancgirtin

Ankara

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka êrîşên li dijî Îranê pê va, zêdetirî 9 hezar hedefên eskerî hatin armancgirtin.

CENTCOMê li ser hesabê medyaya civakî yê şirketa X a DYAyê, derbarê êrîşên eskerî yên li dijî Îranê da daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Îranê zêdetirî 9 hezar hedef hatine lêdan û tevî yên şer, zirar dane zêdetirî 140 keştiyan an jî wêran kirine.

Di daxuyaniyê da her wiha hat destnîşankirin ku DYA di êrîşên xwe yên eskerî da balafirên bombebaranê, balafirên şer, drone û pergalên parastina mûşekan, pergalên asîmanî, deryayî û bejayî yên curbicur bi kar anîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın