Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu
12 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2023
Hat îdiakirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê de balafirgehên Şam û Helebê bi hevwextî ji kar ketine.
Li gorî nûçeyeke SANAya ajansa fermî ya rêveberiya Şamê ku çavkanî weke eskerî nîşan da, Artêşa Îsraîlê bi dema herêmî saet 13.50î êrîşeke asîmanî li dijî balafirgehên navneteweyî yên li Şam û Helebê li dar xist.
Di nûçeyê de hat gotin ku "Pîstan zirar dît. Herdu balafirgeh jî ji kar ketin."
Li gorî Rojnameya Haaretz a Îsraîlî Artêşa Îsraîlê balafirgehên Şam û Helebê ji xwe re kir armanc.
Herwiha Kanal 12ya televizyona Îsraîlê artêşa Îsraîlê weke çavkanî nîşan da û êrîş pesend kir.
Tê zanîn ku Îran bi mebesta sewqiyata eskerî ji bo komên terorîst ên ku piştevaniyê ji Îranê distînin û ji bo Hîzbulleha Lubnanê, balafirgehên Sûriyeyê bi kar tîne.