Türkan Tosun
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ANKARA
Tirkiyeyê biryara Amerîkayê ya ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya wek gaveke bêsiûd bi nav kir.
Wezareta Karên Derva di daxuyaniya xwe ya nivîskî de der barê bernameya nukleerî ya Îranê de ragihand Tirkiye her tim tîne ziman ku tekane rêya çareseriyê dîplomasî û muzakere ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li gor raporên Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî Îran li gor peymanê tevdigere, hal her çiqas wiha be jî Amerîka ji peymanê vekişiya ku ev jî li gor me tevgereke bêsiûd e.
Hat destnîşankirin ku hemû fikrên cuda û dudilîbûn divê bi rêya dîplomasiyê bên çareserkirin.