Dilara Zengin Okay
16 Adar 2022•Rojanekirin: 16 Adar 2022
Serokê Amerîkayê Joe Biden, pêşnumaya budceyê ya ku ji Senato û Meclisa Nûneran hem bi piştgiriya Komariyan û hem jî bi ya Demokratan derbas bû, li Qesra Spî bi merasima îmzeyê va pejirand.
Bi vê budceyê va ji bo sala darayî ya 2022yan heya 30ê Îlonê fînansman dê ji hikûmeta federal a Amerîkayê ra were dabînkirin ku bi vê yekê va jî rê li girtina hikûmeta federal hat girtin.
Piştî mizakereyên bi mehan, budceya 2 hezar û 741 rûpelî ji Meclis û Senatoyê derbas bû. Di budceyê da alîkariya bi 13,6 milyar dolarî ya ji bo Ukraynaya ku bi Rûsyayê ra şer dike jî heye.
Di budceya navborî da ji bo Wezareta Parastinê bi qasî 782 milyar dolar hat terxankirin.