Dildar Baykan Atalay
19 Sibat 2022•Rojanekirin: 21 Sibat 2022
Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku ew wisa bawer dike Serokê Dewleta Rûsyayê Valadimir Putîn biryar daye Ukraynayê dagir bike.
Bîden li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xist û di qeyrana Ukraynayê da rûdanên dawîn ên qewimîn nirxand û pirsên rojnamegeran bersivand.
Di axaftina xwe da Bîden got: "Di rojên dawîn da em dibînin ku hêzên Rûsya piştgirên wan e gelek caran agirbestê binpê dikin. Ew sûcê wan êrîşên li Donbassê diqewimin jî diavêjin ser Ukraynayê."
Bîden destnîşan kir ku Rûsya pir cidî kampanyayên dezenformasyonê birêva dibe û ew hemû xebat jî bi hinceta Rûsya bikaribe Ukraynayê dagir bike tên kirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Bîden bal kişand ser 150 hezar eskerên Ûris ên li ser sînorê Ukrayna û Belarûsê û wiha domand: "Rûsya di hefteyên pêş me da wê dest bi êrîşan bike ji ber ku sedemên me hene em xwedî vê qinaetê ne. Em wisa bawer dikin wê êrîşî Kîev a paytextê Ukraynayê ku 2 milyon û 800 hezar sivîl lê dijîn jî bike."
Rojnamegerekî di pirsa ji bo Bîden da got: "Gelo hûn bawer dikin ku Putîn ji bo dagirkirina Ukraynayê biryar daye?" û li ser vê pirsê Bîden jî got: "Erê, ez wisa bawer dikim ku niha Putîn ji bo vê biryar daye."