Abdullah Tel
12 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
BEXDA
Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixwaze ku bi rêveberiya navendî ya Iraqê ra têkîliyên xwe yên ji ber "referanduma serxwebûnê" xirabûne, hel bike û ji bo guftûgoyê amade ye lê wisa xuya ye ku Bexda heta hin şert û merc bi cih neyên dest bi hevdîtinan nake.
Di nav şert û mercên ku rêveberiya hikûmeta navendî ya Bexdayê da "betalkirina referandumê, teslîmkirina balafirgeh, deriyên sînor û dahatên neftê" hene.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî eşkere dibêje ku heta Hewlêr bi eşkere referandumê betal neke, deriyên sînor û balafirgeh teslîmî Bexdayê neyên kirin, hêzên Pêşmerge derbasî sînorên beriya sala 2003an nebin û dahata ji neftê tê nedin navendê ew bi hikûmeta herêmî ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî da ye hevdîtinê nakin.
Ebadî di civîna ku roja sêşemê kir da destnîşan kir ku Hewlêr ji bo bicihanîna wan şert û mercan amade nîne.
Li gor agahiyên ji hêla serokwezîriya Iraqê hat bihîstin ew şert û mercên Ebadî derxistine pêş Hewlêrê heke neyên qebûlkirin bi Herêma Kurdistanê ra hevdîtin wê pêk neyê. Dema ku ew şert heta wextekî bi cih neyên jî wê demê Ebadî hin alternatîfên din wê bike rewacê.
Ji wan alternatîfan yek jî di şûna Nêçîrvan Barzanî da bi Pavel Talebaniyê kurê Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî ra hevdîtin e.