ANKARA
Li Misrê hêzên ewlekariyê mudaxele li xwepêşandêrên li qada Rabîatul Adewiyye û Nahdayê kir, ev mudaxele ji aliyê gelek kesan ve hat şermezarkirin.
Bi gelemberî geşedanên li Misrê li ser medyaya webê ji hêla rewşenbîrên ereb ve tê teqîbkirin. Rewşenbîran ev mudaxaleyên tund bi zimanekî tûj şermezar kirin.
Xwediyê xelata Nobelê aktivîstê mafên mirovan yê Yemenî Tewekul Karman wiha axivî: "Di 30 kêlîkên ewil yên mudaxaleyê de 30 kes şehîd ketin. Bi her şehîdekî li qada Rabîatul Adewiyyeyê artêşa Misrê şerefa xwe winda dike. Bi gule û agir bersiv dane xwepêşana li qada Rabîatul Adewiyyeyê. Birêveberiya leşkerî ya li Misrê di dudiliyeke giran de ye. Yan dê biçe yan dê biçe."
"Gelê Misrê dîroka xwe bi xwîna xwe dinivîse."
Rojnamenûsê Filistînî yê rojnameya Ed-Dustûrê Yasîr ez-Zeatira jî ev yek got:
"Sîsî dixwaze di kariyera xwe ya leşkerî de serkeftina xwe ya ewil bitahmije. Nîşan û rutbeyên wî hemû sexte ne. Li hember sivîlên ku li qadan xwepêşanê dikin, qaşo zaferê bi dest dixin û ji vê jî şerm nakin. Kuştinên li qada Rabîa û Nahdayê rê li xwepêşanan vekir. Gelê Misrê dîroka xwe bi xwîna xwe dinivîse. Gel dê careke din serê xwe li hember artêşê netewîne. Xwîna şehîdan tenê ji bo azadî û rûmetê zorê dide. Vê gavê dixuyê ku xwîn bi ser şûr ketiye.Çapemeniya leşkerîyê û ya dema Mubarek duh jî di manşeta xwe de gotibû ku li Rabîayê çekên giran û mezin hene. Ka li ku derê ye? Çima tu kesî nedît? Nehiştin li qadan weşanên zindî bên kirin. Dê di tarîtiyê de qetlîaman pêk bînin. Lê xwîna şehîdan veşartî namîne. Şêxê Ezherê ji xewa xwe şiyar bû. Dê kengî navçitîyê bike?"
Wekî din Endamê Lijneya Alimên Ezherê Muhemed Ûmara li ser mudaxeleya polêsan wiha axivî: "Tê xwestin ku birêveberiya hilbijartî ji kar bê dûrxistin û Şoreşa 25ê Kanûna Paşîn beredayî bê hiştin û dewleta leşker û polêsan bê avakirin."
Taxliyeyê bi xwînê dest pê kir.
Mudaxaleya xwînmij ya li Misrê di çapemeniya Fransayê de jî cihekî mezin girt.
Çapemeniya Fransayê cî bi cî peyva "qetliyam"ê bi kar anî û Rojnameya Le Monde mudaxele wiha anî ziman: "Taxliyekirina alîgirên Mursî bi xwînê dest pê kir."
Le Mondeyê da zanîn ku nêzî 100 kesî canê xwe ji dest daye û 2 hezar kes jî birîndar bûne.
Le Figaro: "Polêsan xwepêşandêr ji qadê derxistin."
Lê Figaro jî li ser gotinên berdevkê Îxwanê yên li ser Twitterê wiha got: "250 kes mir û ji 5 hezar kesî zêdetir jî birîndar hene."
Le Parsien: "Polês alîgirên Mursî belav kirin û herî kêm 17 mirî hene."
Liberation: "Li Qahîreyê mudaxeleyeke xwînxwar li dij alîgirên Mursî."
Ji Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê jî daxuyaniyeke wiha hat kirin: "Em ji ber bûyerên ku li Qahîreyê pêk hatine gelek xemgîn û bi fikar in. Wezîrê Karên Derve William Hague got ne dema pevçûnê ye dema guftûgo û çareseriyê ye."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku bila haj hatûçûna xwe hebin û ji cihên qelebalix dûr bisekinin.