XEZZE
Hikûmeta Îsraîlê di çarçoveya mizakereyên aştiyê yên ku bi Filistînê re ji nû ve dest pê kirin de 26 mehkûm serbest berda. Di saetên şevê de 15 dîl gihîştin deriyê sînora Beyt Hanûnê.
Bi hezaran filistînî li ber deriyê sînor bi kêf û coş mehkûm pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de heyeteke ji Wezareta Dîlên Filistînê, nûnerên komên filistînî yên wekî Hamas û Îslamî Cîhad jî amade bûn.
Sumeyye Hemîde ya ku xweşka Muhemed Hemîde yê mehkum e, der barê serbest berdanê de got: "Ez hêj bawer nakim. Em gelekî dilşad bûn. Ji dema ku birayê min hat girtin û heta niha me evqas kefxweş nebibûn. Îro ji bo me roja dawetê ye û dê wekî bîranîneke mezin bimîne. Daxwaza min ew e ku hemû mehkûm azad bibin.
Serokê Dewleta Filistînê Mehmud Abbas jî bêşdarî pêşwaziyê bû û mehkûmên ku serbest hatin berdan, hembêz kir.