İbrahim Atmaca
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
KERKÛK
Li navenda bajarê Kerkûka Iraqê û başûrê wê van demên dawîn êrîş zêde dibin û hat gotin ku van êrîşan bermahiyên DEAŞa rêxistina terorê dike.
Fermandarê Tumena 2yem a Hêzên Polêsên Têkoşîna Terorê Maan es-Saadî di civîna çapemeniyê da got, "Bermahiyên DEAŞa rêxistina terorê ji bo bajêr hê tehdît in."
Saadî diyar kir ku di demên dawîn da li navenda bajêr êrîşên xwekujiyê tên kirin û li dijî qadên neftê yên başûr êrîş tên kirin û got ku di van êrîşan da DEAŞ bermahiyên xwe bi kar tîne û wiha dewam kir: "Her çend ji aliyê eskerî va xelas bûbe jî DEAŞa rêxistina terorê hê li cihên loqal dikare êrîşan bike. Em bi ekîbên xwe yên îstixbaratê yên xurt va bermahiyên DEAŞê dişopînin."
Fermandar Saadî diyar kir, heta ku ji Fermandariya Operasyonên Hevpar telîmateke nû neyê ew ê Kerkûkê terk nekin û wiha dewam kir:
"Ji bo ku em asayîşa Kerkûkê baştir pêk bînin, du alayên me yên yêdek hene. Sê alayê ku wê werin Bexdayê jî li başûrê bajêr wê alîkariyê bidin me ku em li dijî bermahiyên DEAŞa rêxistina terorê opersayoneke muhtemel bikin."
Saadî destnîşan kir ku wan sînorên başûrê bajêr jî bi ekîbên teqwiye va qewî kirin.