Türkan Tosun
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
HEWLÊR
Hat ragihandin qedexeya li ser seferên balafiran ên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya ku ji hêla rêveberiya navend a Iraqê va hatibû dayîn 3 mehên din jî wê dewam bike.
Berdevkê Çapemeniya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Telwan Sîweylî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand Saziya Esmanî ya Sivîl a Iraqê ji wan re peyamek şandiye û gotiye qedexeya seferên balafiran ên dervayî welêt 3 mehên din jî wê dewam bike.
Sîweylî got di balafirgehên li Hewlêr û Silêmaniyê de heta 31ê gulanê seferên balafiran wê neyên kirin.
Hikûmeta navend a Iraqê ji ber sedema referanduma ne meşrû ya HKIyê ya di 25ê îlona 2017an de çêbûbû di 29ê îlonê de biryar dabû ku seferên balafiran ên dervayî welêt bên qedexekirin.