26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ANKARA
Hevserokê PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê Salih Muslum, di çarçoveya fermanên ku ji rêveberiya bilind a PKK/KCK de, bi mebesta ku PYD/PKK li qada nêvneteweyî meşrûiyetê bistîne, di bin "maskeya dîplomatîk" de çalakî li dar xistin. Muslum him bi sedema ku di nava lîsteya terorîstên ku lêgerîna wan heye de ye û him jî ji ber ku li dijî Operasyona Çiqlê Zeytûnê propaganda dikir, li Ewropayê gelek caran cihê xwe diguhert.
Li gorî agahiyan, Salih Muslum sala 1951ê li Eyn el-Ereb (Kobanê) a girêdayî Helebê ji dayik bû. di salên 1970î de li Stenbolê bi cih bû û sala 1977an ji zanîngehê mezûn bû.
Muslumê ku sala 2003yan li Sûriyeyê ji aliyê rejimê ve hat girtin, sala 2010an ber bi Iraqê ve hat revandin. Di heman salê de, di cihê yekem serokê PYD/YPGê Barazanî Muhemmedê bi kodnavê "Fûad Omer" de, weke serokê PYD/YPG hat ragihandin.
Muslumê ku kodnavê "Ebû Welat" bikartîne, di dema ku serkiredeyê PKKê Ocalan li Sûriyeyê bû xebatên rêxistina terorê kordîne dikir û peywendiya wî digel "Mûxaberat" a yekeya îstixbarata Sûriyeyê hat dabînkirin.
Muslum gelek caran li Qendîlê serdana rêveberiya bilind a rêxistinê dikir û bi mebesta ku PYD/PKK li qada nêvneteweyî meşrûiyetê bistîne, di bin "maskeya dîplomatîk" de çalakî li dar xistin.
Muslum piştî guherîna hevserokan PYD/YPGê di 28ê îlona 2017an de, weke berpirsê têkiliyên derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)ê hat wezîfedarkirin.
Bi sedema êrîşa terorî ya ku 13ê adara 2016an li Guvenparka Ankarayê hat lidarxistin, ji aliyê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve derbarê Muslum de ji ber sûcên curbicur doz hat vekirin û biryara girtina wî hat dayîn. Ji aliyê meqamên Tirkiyeyê ve ji bo girtina Muslum daxwaza derxistina bultena sor li Înterpolê hat kirin.
Wezareta Karê Navxweyî vê mehê lîsteya terorîstên ku lêgerîna wan heye rojane kir û navê Salih Muslum lê zêde kir.