Haydar Karaalp
02 Sibat 2022•Rojanekirin: 06 Sibat 2022
Li Çarşiya Kevn a Bexdaya paytextê Iraqê berhemên ji hev qîmettir yên ji heyama Osmaniyan mane tên firotin.
Dewleta Osmaniyan demeke dirêj li Bexdayê desthilatdar bû ku li herêma Karradayê ya bajêr hê jî şopên wê demê hene.
Li Çarşiya Kevn a Bexdayê gelek berhemên wek xalîçe, îskan û çaynik yên ji heyama Osmaniyan mane û wek "Siltanî" tên binavkirin hene ku balê dikşînin.
Îskanên zîv, çaydan û eşyayên antîke yên li ser tuxraya Siltan Evdilhemîdê Duyemîn heye jî li çarşiyê tên firotin.
- "Me ev kar ji kalikê xwe hilda"
Esnaf Elî Huseyîn Otrakçiyê van berheman difroşe daxuyand ev eşya resen in û wiha dewam kir: "Îskanên me yên avê yên li ser tuxraya Siltan Evdilhemîd heye jî hene ku tu kes nikare van kopya bike. Me ev kar ji kalikê xwe hilda. Bavê min jî pisporê vî karî ye. Ew jî rojê çend saetên xwe li vir derbas dike. Ev xan hema bibêje li Rojhilata Navîn tekane cih e ku eşyayên antîke yên ne belahewa lê tên firotin."
Otrakçî got ji xalîçeyan bigire heta tizbiyan gelek tiştên ji sed salî zêdetir in li çarşiyê tên firotin û kesên van tiştên antîke temîr dikin jî hene.
Otrakçî anî ziman ji Cihûyên Iraqê û Sabîa Mendaiyan jî berhemên zîv yên ji salên 1930 û 1940î mane jî li dikanê hene û malbatên Bexdayî gelekî qîmetê didin van antîkeyan.
- "Gelek malbatên Bexdayî xwedî antîkeyên Osmaniyan in"
Mihemed Ebas Hilmiyê berhemên berê difroşe jî wiha got: "Ez pîlot û wênesaz im, lê 35 sal e ez di vê piyasê da me. Antîke di însanan da hesteke hundirîn e, eşya, xalîçe, krîstal û tiştên wiha xweş parastin e. Eşyayên li ser tuxraya Osmaniyan jî hene. Gelek malbatên Bexdayî li mala xwe xwedî antîkeyên Osmaniyan in."