Haydar Karaalp
02 Sibat 2022•Rojanekirin: 03 Sibat 2022
Îran hewl dide ku li Iraqê di pêvajoya damezirandina hikûmetê da komên Şîe bike yek, lê di vê hewla xwe da Îran hê bi ser neketiye.
Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Fermandariya Pasdarên Şoreşa Îranê Îsmaîl Qaanî piştî encamên hilbijartina 10ê Cotmehê gelek caran Bexda ziyaret kir ku Şîeyan bîne cem hev. Lêbelê bi hewldanên generalê Îranî heta niha tu encamek bi dest neket.
Serokê Tevgera Sedrê Muqteda es-Sedr di hilbijartinê da bi ser ket. Ji komên Şîe yên nêzîkî Îranê, Hevpeymana Fethê jî têk çû û hejmara kursiyên wê yên meclisê ji 47an daket 17an.
Hevpeymana Fethê û komên Şîe yên nêzîkî Îranê yên di hilbijartinê da têk çûn, Nûrî Malikiyê Serokwezîrê berê yê nêzîkî Îranê hildan cem xwe û bi navê Çarçoveya Kordînasyonê va sîwaneke siyasî damezirandin.
Vê sîwanê li dijî Sedr mizakere meşandin lêbelê bi ser neket.
Koma Şiî ya nêzî Îranê bi ser neket ku Suniyên bi Sedr ra li hev kirin û PDKyê hilde aliyê xwe, Îran jî ji bo çareserkirina lihevnekirina Şiî-Şîiyan bi hemû hêza xwe derket qada Iraqê.
Hadî Amiriyê mizakerevanê saziya sîwanê ya Îran piştgiriyê didê çend caran li Necef û Bexdayê bi Sedr ra hat ba hev.
Amirî ji bo Şîiyan li hev bîne û Malikî û Sedr li hev bîne hewl da lêbelê dibêje ku ji Malikî dev berdin ew ê Koma Kordinasyonê tevlî hikûmetê bikin.
Tê şîrovekirin ku Sedr ji bo koalisyona Amirî û Malikî ji hev da bikeve vê dixwaze, koma nêzî Îranê jî dev ji Malikî bernade û dixwaze ew jî tevlî îqtidara Şiî bibe.
Amirî di daxuyaniya xwe ya duh da gotibû, "Em wekî Koma Kordînasyonê xwedî heman helwestê ne û dikarin bi hemû koman ra diyalogê daynin."
Tehran ji sala 2003yan vir da cara ewil e lihevnekirineke ewqasî mezin di navbera Şiiyan da dibîne û ji bo vê hewl dide lêbelê bi ser nakeve. Îran ditirse ku di navbera Şîiyan da şer derkeve.
- Piştî Îranê ji bo yekbûna Şîiyan Barzanî dest bi xebatan kir
Piştî ku Generalê Îranî Qaanî di civandina "mala Şîiyan" da bi ser neket çû Hewlêrê û bi Serokê Kurd Mesûd Barzanî ra hevdîtinek kir. Tê îdiakirin ku Qaanî ji Barzanî xwest ku ew Şîiyan bîne bal hev û Sedr qanî bike.
Barzanî jî daxuyaniyek da ku wî hewldaneke siyasî daye destpêkirin û wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û li welêt rewşeke siyasî ya baş çêbibe min hewldaneke siyasî da destpêkirin. Ez hêvî dikim encamên vê hewldanê xizmeta berjewendiyên hemû gelê Iraqê bike."
Barzanî ji bo qasidiyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî şand herêma Hannanayê ya li Necefê ku Sedr li wir dijî.
Du serokên Sunî Mihemed Halbusî û Hamis Xençer jî li gel Nêçîrvan Barzanî çûn. Piştî hevdîtinê mêvan her çiqas rûken ji cem Sedr derketibin jî li ser medyaya civakî ya Sedr nameyeke bi qelema sor û destnivîsê hatiye nivîsîn hat parvekirin û bû sedem ku moralê komên nêzîkî Îranê xirab bibe.
Sedr koma Şîiyan ya ku Malikî jî di nav da ye destnîşan kir û peyama "di mixalefetê da bimînin" da û got "Terora dijî gel û şirîkan bidin sekinandin. Ji bo avakirina hikûmeta neteweyî tevgera me dewam dike."
Ji vê peyamê hat fêmkirin ku Sedr ji qasidên Barzanî ra şertê "Malikî derva bihêlin" dide.
- Barzanî çima hewl da?
Barzanî bi vê hewlê di heman demê da xalê xwe Hoşyar Zebarî wek namzedê serokomariyê nîşan da û dixwaze ku serokomariyê jî hilde bin garantiyê.
Serokê Kurd wisa hesab dike ku li Meclisê heke lihevkirineke di navbera Şiî-Şîiyan da pêk bê Zebarî wê bi hêsantir li Qesra Serokomariyê bi cî bibe. Lewra meyla komên Şiî yên nêzî Îranê ne ji Zebarî zêdetir li ser Serokomarê niha Berhem Salih e ku ew jî namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.
Hewlêr di heman demê da ditirse ku heke di navbera Şiî-Şîiyan da lihevkirinek pêk neyê ev yek wê ji bo Herêma Kurdistanê jî wê bi kêr neyê.
Komên milîs ên Şiî yên li Iraqê ku Îran piştgiriya wan dike bi dehan caran bi SÎHA û roketan va êrîşî Balafirgeha Hewlêrê kirin. Sedr heke rêxistinên siyasî yên wan koman li derva bihêle wisa tê texmînkirin ku wê ew Hewlêra bi Sedr ra li hev kiriye rihet nehêlin.
Mesûd Heyderê Şêwirmendê Siyasî yê Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke xwe da got: "Hewla Barzanî lihevkirina Şiî-Şiî da destpêkirin û ji bo beredayî neçe lazim e Çarçoveya Kordînasyonê têke rewacê û ji vê hewlê dev berde."
Îzet Şabenderê siyasetmedarê Şiî yê Iraqî jî got: "Hewla Barzanî ji hêla kesên ji siyaseta xitimiye aciz in û gavên rast dixwazin va di cî da tê hesibandin."
Tevlî van hemû şîroveyan tê gotin ku êdî Îran piştî Fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmaniyê di êrîşa hewayî ya Amerîkayê da hatibû kuştin wek berê nikare li Iraqê fêlên siyasî zêdetir bike û kontrol ji dest çûye.