Fatih Gazioğlu
05 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyand ku ji rêvebirên El Qaîdeyê Cemal Bedewî li Yêmenê hat kuştin.
Cemal Bedewî di plankirina êrîşa bombekirina "USS Cole"ya keştiya Amerîkayê ya şer a ku di sala 2000an de çêbû cî girtibû. Di êrîşê da 17 eskerên Amerîkayê hatibûn kuştin.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Albay Urban li ser mijarê daxuyanî da û wiha axivî: "Li ser kuştina Cemal el Bedewî em agahdar in. Hêzên Amerîkayê 1ê rêbendanê li Marîba bajarê Yêmenê dijî Bedewiyê endamê El Qaîdeyê êrîşek li dar xist."
Albay Urban got xebatên ji bo encama êrîşê yên teqez hê dewam dikin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên îstixbaratê hatin hildan Bedewî dema bi wesayîtê xwe seyahat dikir rastî êrîşê hatiye.
Amerîkayê ji bo Cemal el Bedewî ji ber êrîşa 12yê cotmeha sala 2000an ya dijî keştiya Amerîkayê hatibû kirin da ku rola wî heye biryara girtinê derxistibû. Di êrîşa da 17 eskerên Amerîkayê hatibûn kuştin.
Amerîkayê wê çaxê daxuyanî dabû ku kê serê Bedewî ji wan re bîne wê 5 milyon dolarî bidine wî.
Bedewî di sala 2003an li Yêmenê hatibû girtin lê piştî demeke kin ji girtîgehê revîbû. Bedewî 2004an hatibû girtin lê vê dorê jî di sala 2006an ji girtîgehê revîbû.