Barzanî û Perwer bi konvoyeke ku ji 20 wesaîtan pêk tê, di saet 07.10ê de ji deriyê sînor yê Xabûrê derbasî Tirkiyeyê bûn. Li qada gumrukê Barzanî û Perwer ji aliyê Parlementerê Şirnakê yê AK Partiyê Mehmket Emîn Dindar, Cîgirê Walî Mustafa Akgun, Midurê Ewlekariya Şirnakê Avnî Usta û Serokê Bajêr yê AK Partiyê Mehmet Demîr hatin pêşwazî kirin.
Parlementer Dîndar bi kurmancî ji Barzanî re got "Hûn bi xêr hatin." Barzanî û Perwer bersiv nedane pirsên rojnamevanan, li wesayîtên xwe siwar bûn û ketin rêya Dîyarbekirê.
Ji hêla din ve, komek welatiyan bi posterên ku li ser ala HKIFyê heye, li ber deriyê Xabûrê Barzanî pêşwazî kirin. Li ser pankarta wan a mezin jî wiha dinivîsî: "Serok Barzanî Tu Bi Xêr Hatî".