WASHINGTON
Hat diyarkirin ku Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bîden û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, Bîden li ser têkiliyên di navbera Iraq û DYAyê de sekinî û ji bo pêşvebirina hevkariyê herdu dewletan fikrên xwe anî ziman. Bîden û Barzanî di nav xwe de ji bo mijara vejenê ya wêlêt jî axivîn û bal kişandin têkiliyên Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê.
Hat gotin ku Bîden û Barzanî di axaftina xwe de teahud kirine ku dê piştgiriyê bidin têkoşîna terorê ya ku li Iraqê didome.