Abdullah Tel
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
HEWLÊR
Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî diyar kir ku Besraya bajarê li başûrê Iraqê bajarê herî dewlemend ê dinyayê ye û ew şaş û metel dimîne şêniyên wir çawa ji pêwîstiyên mirov ên bingehîn bêpar dimînin.
Barzanî ji bo niştecihên ku li Besraya nêzî 2 mehan e lê çalakî didomin û xelqê wir ji xizmetên dewletê têr îstifade nakin peyama piştgiriyê weşand û got: "Bertek nîşandan û çalakî lidarxistin mafekî bingehîn ê miletekî ye. Li gor me mirovên li wî bajarî (Besra) jiyana herî xweş heq dikin."
Di peyama xwe da Barzanî got ku Besra bajarê herî dewlemend ê dinyayê ye û wiha domand: "Tiştekî pir ecêb e ku li bajêr kêmasiya av, xwarin û xurekê heye û li hemberî nexweşiyên şewbê jî hewl tê dayîn. Ji bo vê piştguhkirin û bêparhiştinê tu hincet nayê qebûlkirin."
Mesûd Barzanî destnîşan kir xelqê Herêma Kurdistana Iraqê amade ye alîkariya Besrayê bike.
- Çalakiyên li Besrayê
Ji sedî 80yî nefta Iraqê ji bîrên bajarê Besrayê tê derxistin lê li bajêr pirsgirêkên wekî çûyîna ceyranê, bêkarî, pirsgirêka avê û pêwîstiyên bingehîn rû dan û ji ber van kêmasiyan jî di 8ê Tîrmehê da çalakiyan dest pêkiribû.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo çareseriyê pakêtek eşkere kiribû lê bi hinceta xizmetên dewletê li bajêr baş nayên kirin rojên dawîn çalakî dîsa zêde bûn.
Ji destpêka çalakiyan heta niha ji 20î zêdetir sivîl mirin û wezîfedarên ewlehiyê jî di nav da bi sedan kes jî birîndar bûn.