HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got: "Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di temînkirina cebilxaneya leşkerî û çekên giran ên ji bo pêşmergeyan de divê alîkariya me bikin."
Wezîrê Karên Derveyê Fransayê Laûrent Fabîûs piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê hat Hewlêrê û bi serokê HKIyê Barzanî re hevdîtin kir, û di dawiya hevdîtinê de civîna hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Barzanî bal kişand ser çekên giran ên destê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û wiha dewam kir: "Herêma Kurdistanê ne bi rêxistineke terorî re di heman demê de bi dewleteke teror re şer dike. Çekên ku niha di destê DÎŞIyê de nin ji çekên ku di destê dewletekî de nin zêdetir e. Çekên di destên vê rêxistina terorî de ji çekên pêşmergeyan çêtir in."
-Alîkariya çekan xwest
Barzanî axaftina xwe wiha domand: "Em ji dost û hevalên xwe re nabêjin di vî şerê ku em li dijî terorê dikin de zarokên xwe bişînin alîkariya me. Lewra ev şerê me ye. Di temînkirina cebilxaneya leşkerî, wesaîtên bi zirx û çekên giran ên ji bo pêşmergeyan de divê welatên YEyê alîkariya me bikin."
Barzanî di axaftina xwe de bangî gelê herêmê jî kir û wiha dewam got: "Pêşmerge bi piştgiriya gel û dostên xwe ve di vî şerî de dê bi serkeve. Di rojên dawîn de hin hêl dixwazin ku gelê kurd û ereb ên ku li Iraqê ne bibin dijminê hev. Barzanî bal kişand ser vê mijarê û wiha pê de çû: "Teror dê nikaribin dijminahiyê bikin navbera gelê kurd û ereban. Em ê destûrê nedin vê. Em kurd, ereb, tirkmen, xiristiyan û êzdiyên ku li ser vê axê bi hev du re dijîn em ê bi hev du re jî bimirin."
Barzanî hatina Wezîrê Karên Derveyê Fransayê Laûrent Fabîûs jî nirxand û destnîşan kir ku ev hatin nîşaneya piştgiriyê ye û ji bo alîkariya ku hikûmeta Fransayê da êzdiyan jî spas kir.
-Fransa piştgiriya xwe dê bidomîne
Fabîûs jî diyar kir ku welatê wî dê piştgiriya ku dide gelê kurd û Iraqê dê bidomîne û wiha got: "Ji bo penaberên li vê derê alîkariya me ya mirovayê dê bidome. Alîkariya derman û xurekê ku hikûmeta Fransayê ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re şand ji 18 tonan derbas bû. Têkoşîna Iraqê ya bi terorê em wek têkoşîna xwe dibînin. Lewra şerê we ji bo azadiyê ye. Fransa jî welatê azadiyê ye û normal e ku piştgiriyê dide we. Heta ku ev şer li Herêma Kurdistanê bidome alîkariya me jî dê bidome."