Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, senatorê amerîkî Path Roberts qabûl kir.
Hevdîtin li avahiya serokwezîriyê, ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Derbarê hevdîtinê de, li ser malpera fermî ya HKIyê daxuyanî hat weşandin.
Di daxuyaniyê de cih dan fikr û ramanên Roberts. Senator Roberts got ku DÎŞI ji bo aştî û îstîkrara herêmê xetereyekî mezin e û wiha dewam kir: "Ev terorên ku êrîşên hovane li dar dixin, ne tenê dijminê Iraq û Sûriyeyê ne, dijminê hemû mirovahiyê ne. Ji ber vê yekê divê ev rêxistin ji kokê ve, ji holê bê rakirin."
Roberts destnîşan kir ku di berxwedana li dijî terorê tê kirin de, DYA û Herêma Kurdistanê hevkariyê dike û ev hevkarî girîng e; divê ev hevkarî her tim zexim be û dewam bike.
Roberts diyar kir ku kurd her tim rastî neheqî û êrîşan tên û sersaxî da malbatên pêşmergeyan ên ku di şerê li dijî DÎŞIyê hat kirin de, mirin.
Nêçîrvan Barzanî jî got ku hêzên pêşmergan li herêma Şengalê serkeftinên baş bi dest xistin; lê belê ji bo herêm bi temamî ji destê DÎŞIyê bê xilaskirin û îstîkrara herêmê pêk bê pêdivî bi çekên giran heye.
Barzanî got ku, DYA û firokeyên şer ên hêzên koalîsyonê êrîşên hewayî birin ser hedefên DÎŞIyê û bi vê mebestê sipasiyên xwe pêşkêşî Roberts kir.
Barzanî ji bo zêdetirî milyon û nîv penaberên li Herêma Kurdistanê jî got ku, ew li benda alîkariyê ne; divê zêdetir alîkarî bê dayîn.