CENEWRE
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun, bersiva pirsa belgeyên derbarê sucên mirovahiyê yên ku rejîma Sûriyeyê dike, neda. Ban, ji bo ku beşdarî Konferansa xwebêçekkirinê bibe hat Ofîsa NYyê ya li Cenewreyê.
Sekreterê Giştî Ban Kî-mun, dema ku dê derbasî Ofîsa NYyê ya li Cenewreyê bûya, nûçegihanê AAyê jê pirsî "gelo ka dê derbarê wêneyên ku îşkenceya hikûmeta Sûriyeyê ya li ser muxalifan nîşan didin de,şîroveyê bike an na?" Ban Kî-mun tu bersiv ji bo vê pirsê neda.
Ban Kî-mun, dê vebûna Konferansa Xwebêçekkirinê de biaxive û dê hin hevdîtinên du alî bike. Tê payîn ku Ban Kî-mun, îro derbasî Montroya ku dê li wir Konferansa Cenewre-2yê bê kirin, bibe.