Dinya

Balafirên Ûris li Îdlibê êrîşî cihê bazarê kir: 50 kuştî

Hejmara sivîlên di êrîşa balafirên şer ên Ûris ên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ya li bazarekî da hatin kuştin, ji 17yan derkete 50an

Türkan Tosun  | 22.07.2019 - Rojanekırın : 24.07.2019
Balafirên Ûris li Îdlibê êrîşî cihê bazarê kir: 50 kuştî

İdlib

Balafirên şer ên Ûris li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê êrîşî cihê bazareke navçeya Marratînnûmanê kir, hejmara sivîlên di êrîşê da hatin kuştin derkete 50an.

Li gor agahiya çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) di êrîşa Marratînnûmana navçeya Îdlibê da hejmara sivîlên hatin kuştin ji 17an derkete 50an.

Li navçeyê xebata lêgerîn û xilaskirinê ya tîmên Parastina Sivîl dewam dike û ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.

Di nav 2 rojan da di êrîşên esmanî yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê hatin kirin da 50 sivîl hatin kuştin.

Mala çavdêriya balafiran a mixalifên eskerî jî ragihandibû êrîşên li navçeya Marratînnûmanê ji hêla balafirên şer ên Rûsyayê va tên kirin.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bibêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 12ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 157 jê zarok, 111 jê jin bi tevahî 606 sivîl hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın