Ruslan Rehimov
10 Sibat 2023•Rojanekirin: 11 Sibat 2023
Azerbeycanê ji bo mexdûrên erdhejên navend Kahramanmaraş e ji 1000î zêdetir kon şand.
Di daxuyaniya Wezareta Awarte ya Azerbeycanê da hat ragihandin, ji bo Tirkiyeyê konvoya alîkariya însanî ya ji 16 wesayîtan pêk tê hat şandin.
Hat diyarkirin, di wesayîtan da 830 kon û 279 sobeyên ceyranê hene.
Di daxuyaniyeke din a wezaretê da jî hat diyarkirin, balafira 200 kon û 183 sobeyên ceyranê tê da hene ji Bakûyê ber bi Edeneyê bi rê ket.