21 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
HESEKE/ANKARA
Amerîka li Sûriyeyê sewqiyata sîlah, cebilxane û amûrên eskerî ya ber bi herêma YPG/PKKya rêxistina terorê didomîne.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên pêbawer ên li Hesekeyê sitand, di meheke dawîn da kêmzêde 1500 tir ji deriyê Sêmalka yê li sînorê Sûriye-Iraqê ra derbasî qada di bin dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye bûn.

Çavkaniyan diyar kirin ku piraniya wan tiran bi hinceta şerê li dijî DEAŞê yê li Dêrazorê wekî piştgirî çûn ber destê YPG/PKKyê, qismekî wan jî barî depoyên Amerîkayê yên li Xerab Eşq û Eyn Îsayê kirin.
Di sewqiyata ku kamerayên AAyê kişandin da wesayîtên bizirx, wesayîtên personelan, cebilxaneya piyadeyan, ekîpmanên sîlahên giran û cebilxane û gelek amûrên prafabîrk ên sitarbûnê tên dîtin.
Çavkanî dibêjin ku kêmzêde ji 4 paran pareke wan amûran ew ê bi destê eskerên Amerîkayê werin bikaranîn yên mayîn jî ji bo YPG/PKKya mitefîq hatin anîn.
Amerîkayê berê jî bi hezaran tir sîlah, wesayît û cebilxane ji sînorê Iraqê ra anîbû û teslîmî YPG/PKKya rêxistina terorê kiribû. Di nîsana 2016an da sewqiyata ewil a Amerîkayê derketibû holê.
Halêhazir Amerîka li herêma di dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da xwediyê 15 baregeh û ciyên eskerî ye. Amerîka li Qamişlo û Dêrazorê jî avakirina 3 baregehan didomîne. Amerîka bi yekîne û amûrên li van ciyan va di operasyonên dijî DEAŞê da piştgiriyê dide YPG/PKKyê. Amerîka li dijî hêzên Artêşa Azad ya Sûriyeyê jî wan diparêze.
YPG/PKKya rêxistina terorê sîlahên giran, wesayîtên bizirx ên qewîn, cebilxane, sîlahên destan, sotemenî û konteynerên prefabrîk ên eskerî yên Amerîkayê distîne li 13 ciyên li bakurê Sûriyeyê depo dike. Rêxistin ji van depoyan amûran li endamên xwe belav dike.