21 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
AYNULARAB
YPG/PKKya rêxistina terorê li El Qubeya bajaroka Sûriyeyê derketina derva qedexe kir û hin sivîl girtin.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî hatin hildan, YPG/PKKya rêxistina terorê li El Qubeya bajaroka Kobaniyê û 10 gundên wê qedexeya derketina derva îlan kir.
YPG/PKKyê rêyên bajarokê ji hatin û çûnê ra girtin. Li kolanên bajarokê gelek terorîstên çekdar digerin.
Rêxistin ji aliyê din va li navend û gundan diavêje ser malan. Rêxistinê 2 rojên dawîn 23 xort û 3 jin girtin.
Rêxistinê ciwan û jin bi endamtiya Artêşa Azad a Sûriyeyê sûcdar kirin û îro jî berdan.
YPG/PKK bi piştgiriya Amerîkayê li rojhilatê Çemê Feratê herêmên rojhilat û rojavayê Dêrazorê dagir dike. Ji sedî 28ê axa Sûriyeyê di destê YPG/PKKyê da ye.
.
.