Muhammet Kurşun
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
ÎDLIB/ANKARA
Amerîka, Brîtanya û Fransayê li dijî rejima Beşşar Esed ku li Xûtaya Rojhilat xaza kîmyayî bi kar anî êrişek kir û hedefên eskerî yên eskerî yên Esed li Şam, Hema, Hims, Dera û Suweydayê kirin amanc.
Li gor agahiyên peyamnêrê AAyê ji çavkaniyê herêmî bi dest xistin di êrişê de Muhafizên Komarê yên li Şamê, Balafirgeha Dumeyrê, derdora Balafirgeha Şamê, Navenda Lêkolînên Zanistî Cemeyre, sîstemên parastina esmanî li Çiyayê Qesyûn û nuqteyên eskerî li Kiswe û Qelemûnê bûne amanc.
Amerîka, Brîtanya û Fransayê wek din hêzên ser bi Îranê jî Hizbullah li Hims û Quseyrê, Lîwaya 89emîn li Derayê û hêzên din li Suweyda û Helhelayê û Îzraya Derayê hedef girtin.
Wek din çapemeniya rejima Esed Îdîa kir ku moşek ji aliê sîstema esmanî ve hatin îmhakirin.